Cigerxwin   -   danish-kurd.com

Einer der größten kurdischen Dichter ist Cigerxwin.

Cigerxwîn sah die Welt als einen Ort, in dem das Leben Schmerz und Streben nach Freiheit bedeutet und deswegen liebte er sie. Schmerzhaft war das Leben schon deshalb, weil er schon im Kindesalter beide Elternteile verlor. Als Kind musste er den I. Weltkrieg miterleben und als Jugendlicher die Epoche der kurdische Aufstände gegen die Türkische Republik.
Cigerxwîn wurde 1903 im Dorf Hesar in der Stadt Kercos (türkisch: Gercüs ) in Nordkurdistan geboren. Sein richtiger Name war Sexmus Hesen. Nach dem Tod beider Elternteile wurde er von seiner Schwester, die auch in sehr ärmlichen Verhältnisse lebte, aufgenommen. Zu Beginn des 1. Weltkrieges wanderte er als 11 jähriger nach Syrien aus. Dort lebte er in einem Dorf namens Amid in der Bezirkstadt Qamislo. Cigerxwîn beendete 1921 ein zehnjähriges Studium der Religion und wurde anschließend Dorfgeistlicher (deswegen er wurde Mela Sexmus genannt) in Tell Shair. Während seines Studium hielt er sich an verschiedenen Ortschaften Süd- und Ostkurdistans auf.
Die Lage der kurdischen Bevölkerung bedrückte ihn so sehr, dass er sich Cigerxwîn ( "leidendes, blutendes Inneres") zu nennen begann. Dien Unterdrückung der Kurden und sein eigenes schwieriges Leben riefen in ihm innere Konflikte hervor.
Cigerxwîn begann seinen eigenen Angaben nach ab dem Jahre 1924 mit dem Verfassen von Gedichten. Durch den blutig niedergeschlagenen Scheich Said Aufstand (1925)
wurde sein Patriotismus in ihm erweckt. Sein Interesse für das Unabhängigkeits- und Freiheitsstreben der Kurden verstärkte sich und er trat der Hoybun- Organisation, welche von den nach Syrien geflohenen kurdischen Intellektuellen gegründet worden war, bei. Er schrieb von, an in der Zeitschrift-Hawar von Kamuran Bedir- Xan, dies war sein erstes ernsthaftes Unternehmen für die Freiheit der Kurden. Sein Hummanismus, das Studium der Religion und seine Kenntnisse der kurdischen Literatur veranlassten ihn zum Verfassen seiner ersten Werke, in denen man die Farben und Themen der Kurdischen klassischen Literatur zu sehen bekommt:
CANA XWE DERINE TU JI PISTA CEPER = OH DIE LIEBE TRETE HINTER DEM SCHLEIER HERVOR
PERDE TU HILINE,KU LI MIN ROJ HERE DERE= ZIEHE DIE VORHÄNGE HOCH,DAMIT DIE SONNE AUF
GEHT FÜR DICH.
SEVRES BIKE RONI,TU BI LUKS U FENERE = ERLEUCHTE DIE FINSTERNIS MIT DER LAMPE U LEUCHTER
MACEK JI DU LEVAN BIDE,EV LEV SEKERE = SCHENKE MIR EINEN KUSS VON BEIDEN LIPPEN
OH DU MIT DEN SÜSSEN LIPPEN
EX E DERMANE BIRINE U KUL U DER DU KEDERE = DAS IST DIE HEILUN DER WUNDEN,LINDERUNG

Hier bemerkt man einen sehr großen Einfluss durch die großen klassischen Dichter der Feudalzeit der kurdischen Geschichte, besonders durch Feqyê Teyran, Melayê Cizirî und Ehmedê Xanî.
Cigerxwîn wendete sich bald gegen die Feudalen Strukturen innerhalb der kurdischen Gesellschaft und kritisierte in seiner Dichtung heftig die feudalen Herrscher (Aga, Beg) und religiöse Aristokratie (Scheichs und Mollaas). Er machte sie für das Unglück der kurdischen Bauern und Arbeiter verantwortlich und warf ihnen vor, ebenfalls die Kurden daran gehindert zu haben ihre Unabhängigkeit zu erlangen. Die Aufklärung der kurdischen Gesellschaft im Bezug auf die herrschenden Verhältnisse war für Cigerxwîn unabdingbar, so waren seine ersten kritischen Gedichte gegen den machtvollen Klerus gerichtet:
Cigerxwîn war sehr bemüht den kurdischen Freiheitskampf zu unterstützen. Zum Beispiel während der Autonomie von 1961 richtete er an der Universität von Bagdad einen Lehrstuhl für nördliches Kurdisch und er war außerdem für das kurdische Kulturprogramm bei Radio Bagdad zuständig. Von 1959 bis 1963 hielt Cigerxwîn sich in Bagdad auf. Neben politischen Gedichten schrieb Cigerxwîn auch Liebesgedichte, die oft den Schmerz der Liebe ausdrückten aber auch gelegentlich die Freude:
Seine thematisch vielfältigen Gedichte gleichen diesen Liebesgedicht, welches sogar von Burhan Berken in seinem Album namens Ba als Liedtext benutzt wird.
Auch vielen andere kurdische Musiker funktionierten seine Gedichte zu Liedtexten um. Von Cigerxwin sind acht Gedichtsbände veröffentlicht worden, neben diesen schrieb er Tarixa Kurdistane (Geschichte Kurdistans), ein Wörterbuch der kurdischen Sprache und Bücher über die kurdische Folklore.
Cigerxwin verbrachte den grössten Teil seines Lebens in Qamislo (Syrien), später müsste er nach Stockholm auswandern, wo er am 22. Oktober 1984 verstarb.
Beerdigt wurde er im Garten vor seinem Haus in Qamislo

 

 

 

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Cegerxwîn kîye?


Cegerxwîn bi reng û rûye xwe va, wek gulên serê çiyayên Kurdîstane ye.

Sedan sal hatîne û çune, lê ew gul cîyê xwe da bi tîk, qeyîmî û berk maye.

Cegerxwîn ji li hunermendîya xwe da qaym bilind û serefraz maye.

Di jîyana Cegerxwîn da li nav her çar parçen Kurdîstane da gelêk rojên giran qewimîne, kuştin, bi agir sotin, serjêkirin, ji welat der xistin, gelkujî (jenosid), vebirîn (qetliam) û pelçigandin bune.

Dijminen cavsor dixwast deng gelê Kurd bibirîne, ji ber we yekê bi zimanê Kurdî nivisandin û xwendin qedexe kirin.Lê Cegerxwîn ve tengasî de wek kulilkekê bişkivîye û dilê keç û Xortên Kurd şakirîye.

Ji rojhilat, ji rojava, ji Bakur, ji Başûr gelêk caran merkuj û xwînrijên mîna Cengîzxan, Kemal û Şaxê Ecem Kurd û Kurdîstan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, lê nikaribûna ruha Kurdan ji bini va bigurcimînin, gelêk mêrên mîna Cegerxwîn ji nav sing û berên çiyayên Kurdîstane derketîne.

Li sedsalîya meda li sedsalîya bistanda Şaîr û helbestwanê mîna Gergerxwîn nav Kurdan da tune. Cegerxwîn bi xwe va, bi ramane xwe va behra be berî û be binîye, gelêk girane meriv bizane ve behrê da çi heye. Cegerxwîn mîna lorca, mîna Neruda, mîna Nazim nav şaîrên mezin yen sedsala bîstanda tê hilbijartin.

Cegerxwîn bi nave xwe ye esli Şêxmusê Hesen di sala 1903`an da li gunde Hesare hatîye dinê. Wê çaxe roj roja axa û bega, Şex û mela bû. Wana nanê gundîyan bi zorê ji destê digirtin.Şêxmus hê di zaroktiyê da dest bi kar kirîye, ber ku zikê dê û bavê xwe têr bike.

Hê emrê wi 15-16 sal bû dê û bavê xwe wenda dike. Carna li cem birayê xwe yê mezin û carna ji li cem xwiçka xwe dimîne û ji wan ra şivantîyê û rencberîyê dike.

Ewi nivisandiye û ûsa dibêje :



We ji ez kirim şivan

Tenê ji bo kinc û nan



Di salên 1918 u 1920 an da di rîya hesinda dişoxile. Cegerxwîn li sala 1920 an da berê xwe dide desta Diyarbekire, bo ku biçe cem sêx û melan bixwîne.

Ewi ûsa nivisîye:



Çima ez dibim Şivan
Çima nabim xwendewan

Ji nu çûme xwendinê

Min çav berda vê dinyê



Dema fegetîyê Cegerxwîn li her çar perçên Kurdîstanê digere. Dema mela tiye dike ji her derê Kurdîstan digere. Di vê navberê da tevgerên serxwebûnê di nav Kurdîstanê da destpe kirî bûn.

Şex Seîd bi şere serxwebûnê rabû bû. Piştî şikandina tevgera Şex Seîd gelê Kurd hat qetilkirin, serok û rêberên Kurd hatin darda kirin, gund û bajar hatin şewitandin, van kirinên nêyar, ruhe kî nuh di seydayê me de hişyar kir; heskirina Kurd û Kurdîstane xist dile wî.

Ewi ûha nivisîye:



Şer û şewat û kuştin

Dil û cîger dimiştin

Ji sala bist û çara

Ketim reza hişyara

Ji bo jin û felatê

Ketim nav kefaretê
Ji çîroka Mem û Zîn

Navê xwe kir Cegerxwîn.



Cegerxwîn bi çave xwe belengazîya gundîyên Kurd, parçebun û bindestîya gelê Kurd dibîne, Dibîne ku wekî Kurdîstan çawa cî, çawa ax heye le Kurdîstan ne Kurdîstana Kurdane, Kurd li wir ne xwedi hebûna xwe ne xwedî xwelîya xwene, welat liser nave Kurdane, lê kurd teda be cînin.

Cegerxwîn ji wek hozanê nemir Ehmedê xanî, derd û kul, kovan û nexweşîyên gelê Kurd pir xweş kifş û nas kir, dît ku milet nezanî û be îtifaqî bindest maye. Ji bo wê berê dixwast şex û mêlan ji berpirsîyarîya wan hîşyar bike.



MELA RABE


Mela rabe ji xew îro,

Heta kengî mirişo bî

Bi destê dijmine millet,

Ne şermê, ko tu kaso bî?

Tu xwendaye, tu zanaye,

Xulame şex û axaye,

Dixwazim ko li peş millet

Tu ronî bî wekî ro bî.



Li dema dît ku şex û melan çav daye xwarina male millet û bindestîya wî, xîreta seyda qebul nekir nav wê refê da bimine. Radibe cibe û şaşikê davêje û dadikeve nav şere netewi û welat perwerîye. Navê xwe Şexmuse Hesen diguhirîne datîne Cegerxwîn. Ji ber halê milletê Kurd, ji ber derd û kulê gundiyan, pale û xebatkarên Kurd ew dilgeş bûye, hergav bûye ax û zare wi, dil û cîgera wi xwin girtîne, ser wê yekê ewi nave xwe kiriye Cegerxwîn.

Ser Şex û axan ûsa nivisîye:



Destê şex maçî mekin ew şêx ne qutbê razî ye;

Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye.

Ev ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna milet e;

Ser mebe ber lingê şêx, kengê Xwedê jê razî ye.

(Diwana Yekan S, 26)



Piştî ku Cegerxwîn melatê berdide, diçe du gundan ava dike. Dixwaze rewşa gundan li ser esasên wekhevîyê, pêşbîne. Le pir naçe, gundî li hev nakin û Cegerxwîn dest li gundîtîyê berdide.

Ji 1932 pey helbestên Cegerxwîn Kovaren “HAWAR” û “RONAHΔ û “ROJA NÛ” da derdikevin. Wan kovaran Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan çapdikirin.

Di wan kovaran da Şair û hozanên Kurd yên mezin hebun. Ji wan ra yek ji Cegerxwîn bu.

Tema şeren Cegerxwîn tema Kurd û Kurdîstanê, tema şoreş, serxwebûna Kurdîstanêye, pirsa xwendin û peşketîne, neyar û dijminê gel (dijmine der û hindir), dijmine der dewletên kolonyalis dijmine hindir ji xulamen kolonîstan axa, Şex û begin, pirsa dostîye û biratiya hemû gelên cîhan, tema internasyonaizme û aşitî ye ye. Ewi li ser dişiminên hindir usa nivisîye:



Dijminê milet, û ji dijmin re hun pak in

Yeke çê li dinê ji xwe re hun nakin
Rojê bi hezaran dewlemend û şêx û beg û axa

Dengê dora pirê dibhîzin û diçin û dey nakin



Li ser dijmine der ji uha nivisîye:



Kurd û ecem bira ne, dijmin tenê koledar
Tirk û Ereb hevalin dijmin Seîd û Bayar

Em hatîne firotin bi cinêh û dolar
Divê serê van bikê, bi karker û bi cotkar
(SevraAZADI S.331)



Pisti ku helbestên Cegerxwîn di kovarên “Hawar”, “Ronahî” û “Roja” nu da derdikevin Tirkiye li du wi digerin. Ji ber we yekê Cegerxwîn diçe Surîye. Li Amudê bi hevalên xwe va hevra komela "NADIYA CINWANÊN KURD“saz dikin. Le pir naçe, kolonyalîsten Franse vê nadî ye digrin. Di derheqa karê nadîyê Cegerxwîn ûsa dinivise: "Ev cara yekeme ku Kurdên Cîzîrê, xorten Kurd Zimanê xwe dixwinin, dîrok û rewşa gel dibîzin. Cara yekeme ku stranên xweşwanenkurdi bi denge bilind li nav bajaran tên gotin. Jin bi lîlan û mer bi demanca bersiva me didin."

Cegerxwîn ji bo serxwebûn û azadîya Kurdîstan, xwendin û hîşsyarbuna xort û qîzen Kurd pir giring girt.

Di sala 1946 anda Cegerxwîn dikeve xoybûne û kardike. Navê xoybûnê diguherin dikin "Civata Azadi û Yekitiya Kurdîstan."

Bi bawerîya Cegerxwîn Kurdîstan tu car serbest nabe heta xort û qize wê xwendewan nebin, Kurdîstan azad nabe heta xort û qize wê şoreşgernebin, Kurdîstan nikare serkeve heta nava xort û qiza da nava milet da yekbûn tunebe.



Ewi usa tini ziman:



Îro rija xwendewana

Roja mêran, roja şêran,

Kurdên hêja xortên zana,

Roja Kurd û pehlewana.

Yekîtî û pêşweçûn,

Rabin ser xwe kurdino.

(Dîwana Yekan S.118)

Di Sala 1946 anda li mehabate Cumhuriyeta Kurdîstana Demokrati sazbû. Çi mixabin Cumhürîyet da sala 1947 an da xirab bu serokê Çumhürîyete Qadi Muhamet, Seyid Qazi û Seyfi Qazi hatin dardakirin. Cegerxwîn ji bo biranîna Qadi Mihemet usa nivisiye:



Ey Tirûman kuştina Qadî mihemed ka çi ye

Qey edalet tim wisa ye, hukmê dimuqratî ye

Lê bi kuştin û bi zindan milletê kurd namirî

Aferî, aferî

Qadi mihemed aferî

(Sewra AZADI S.438)



Di meha hezîranê da li Bexdayê bi deste hikumeta Nuri Seîd çar lawe kurda hatin kuştin. Cegerxwîn ji bo bîranina wan şere xwe "Gernase Mamoş Xoşnav Navxeş" nivisî.

Sala şerê Cihanê duduyan Cegerxwîn li ser şehiden serxwebuna Kurdîstan

Poemek bi sernivisa "Şehnama Şehidan" nivisi .

Ewi nave 42 merxasên Kurda hildide, yen ku jina xwe dane bona serxwebûna Kurdîstan. Xwendewan bercave xwe renge Xalit Cibril, Kemal Fevzi, Usiv Ziya û yen din dibinin.



Dilo jaro, ji xalid beg re bêje;

Bi serbestî tu yek nitqê birêje.

Ji wê rabe here bêje Fiad beg;

Ji kurmanca re rêzan î, tu b^ê şek.

Dilo bêje Kemal fewzî tu kanî
Tu dilxweş be, bi van rojên ciwanî.

Dilo Usif Zîya rake ji gore

Berê kuştî bi carek bidne dorê.

Riza rabe cihan bûye serefraz;

Di dinya mane tenha em belengaz.

Were ey şêx Seîdê pir minewer;

Bese rabe tu îro ey dilawer.

(Diwana Yekan S.88)

Cegerxwîn emre xwê da du şerê cihanê dit. Ewi birçîbun, hesîri, kuştin, rew û bez, gund û bajare hilşîyayî bi çavê xwe dit.

Wi ditina xwe li ser şere şîira xwe ya bi navê "Em Wêr naxwazin" da ani ziman.

Di sala 1949 an de Cegerxwîn dibe hevalê Koministan. Ve gave girtin û lêdan ji bi serê wî da tên barandin. Heta sala 1957 an bi xurtî bi koministan ra xebitiye û sero

katiya komîta aşitî li Qamişlo kiriye.

Cegerxwîn ji bo azadîya gelên bindest û bo aşitîya cîhanê ji nivisi.

Ji bo Mihricana Berlinê, mihrîcana ciwanen dinye ku ji bo aşiti çebu.

Helbesta xwe ya 'Herin Mihricane, nivisî.

1950 e eskere Amerika tevî leşkerên Li‑Sin‑Man eriş ser Korea Demokratiye kirin.

Cegerxwîn bist ku, hikumeta Tirk ji leşker şandiye Kore. Di Nav leşkera da Xortên Kurd ji henin. Diji emperyalistan û dagirkeran "neçin xerba Kore nivisî.

Di Sala 1945 anda gelê Vîetnami şerê azaya xwe dikir, le kolonyalîste Fransa nedixwast Vîetnam azadbe. Merxasên Vîetnam qela Diyan‑Biyan‑Fu da şerekî giran kir. Bi wî awayî navê kela Diyan‑Fiyan‑Fue dine bela bû.

Cegerxwîn ji bo we Şerê ''Diyan‑Biyan‑Fu" nivisî.



Diyan –biyan-fû, diyan-biyan-fû!

Lingê koledar ji ser te rabû,

Kurên te gernas xwe dane kuştin,

Navek pir bilind ji bo te hiştin

Tipên azadî kuştin koledar

Noşîcan bî, te xwîna wî vexwar
Dema ko serê koledar dişkî

Nizanim çima dalas dipişkî

(Sewra Azadi S. 350)

Piştî ku, hevkariya Cegerxwîn û Komînistan diqete, Cegerxwîn bi hevalen xwe va rexistinê azadî saz dike. Di Sala 1958 an bi partiya Demokrat a Kurd va dibin yek. Partî sala 1959 anda Cegerxwîn dişine Kurdîstana Iraqê. Cegerxwîn li wir li Baxdaye di zaningehê da dersa Kurdî, zarave Kurmanci dide xortên Kurd. Pişti ku navbera hikumeta Iraq û Kurda xirab dibe, Partiya Demokrat xwe dikişîne sere çîya, sala 1962 an Cegerxwîn vedigere Kurdîstana Başûr arojava.

Di sala 1969 anda Cegerxwîn cardin diçe Kurdîstana Başûr di nav şoreşê da nêzikî salekî dimîne.

Qîza Kurd Leyla Qasim li beqdaye bi destê hikumeta Baas te darde kirin. Cegerxwîn ji bo Leyla Qasim hîsen xwe usa tîne ziman:



Şêr, şêre, mêre yan jine,

Nîşan bi dest, Leyla mine.

Polaye dil wek asine !..

Leyla kîye?

Leyla jine.

Leyla mine,

Leyla mine…
Leyla mine, Leyla welat,

Wê dil li min kir ar û pêt!

Mizgîn li Kurd roja me têt,

Dijmin ji tirsan ,aye şêt!..

( Sefaq )



Sala 1973 an ji ber sitemkariya hikumeta Suriye dice Lubnanê û heya sala 1975 an li vir dimîne. Ew Dîwana xwe ye sisîya “KIME EZ” li Beyrude çapdike. Em dika rin bejin helbesta wi ya herî bi nav û deng “KIME EZ” e..”K1ME EZ” mîna manîfestoye ye.

Kîme ez?

Kurdê Kurdîstan

Tev şoreş û volqan

Tev dînamêt im

Agir û pet im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn
Gava biteqim

Dinya diheqî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kîme ez ?

Cegerxwîn li ser rewşa kurd û Kurdîstan, ser diroka Kurdîstan, li sere serxwebûna Kurdîstan, li ser armanc û xwastina gelê Kurd ditîn û hîsên xwe anîye ziman.

Şaire Kurd e nemir Hejar di axaftinêk xwe da gotibû ku “ger her Kurd rojek sê

car ji xwe pirs bike, beje kine em, di nava gelên dinye da cîhê me kuderê ye.

Em ji dibejin ger her Welatparez şîîra Cegerxwîn ya “Kîme ez” bixwîne û

bide xwendin.

Di sala 1957 an di kongra Partiya Demokrate Kurd li Suriye da Cegerxwîn tê hilbijartin ji bo komîta navendî ya partîyê. Heta roja mirin ji Cegerxwîn endamê komîta navendî a Partîya Demokrate Kurden Pêşwerû li Suriye bu.

Di sala 1979 an Cegerxwîn diçe Swede. Ew jîyana xwe ye mayîn li Swedê derbaskir û hetani roja mirinê nivisandina xwe domand.

Cegerxwîn li Lubanê rewşa gelê Filîstin ji dibine. Gele Filistinê ye merxas welatê xwe mihacir bûye û ketîye deran.

Ewi rewsa gelê filistin şîîrên xwe "Deryasi "û" Telzater"

de tîne ziman.

Di dîwanên Cegerxwîn yên peşinda şerên evinê tek tek hene, lê di şîîrên wî piranî li ser Jîyan, ayin û hale Kurdan, dîroka Kurdan, şerên nav xwe û peşberî dagirkeran, disminên derva û hindir hatine nivisandin.

Mesela Sêda şîîra xwe ya "Heştê adare cejna Jinên Demokrat" da diji kewneperestî ya civata Kurdîstan, diji Edetên xelet dinivisi.

Şîira xwe ya "Şair û Hozanen Kurd" da li ser dîrok û dewlemendiya edebîyata Kurdî dinivisî.



Yekî di heye rêberê kurdê Xanî

Di xoşxwane de Firdewsê sanî

Yekî di heye Feqîyê Teyran

Li şolan her dem girtiye seyran
Yekî di heye seyda Siyahpoş

Di welatê me de wek çerxa gerdoş.

(Sewra Azadi S.396)

Le Cegerxwîn şîirên evîndarîyê ji nivisî:

"Duriya Yare", "Pir bûm dil pir nabi", "Derde Durini", şîirên wî yên dildariye ra çend mînakin. Di wan şîirên xwe ye evîndarîyê da Cegerxwîn ax û zar dike, ax û zare wî li ser welat tê kirin. Evîna wî ax û zara wi, miraze wî serbestî û serxwebuna Kurd û Kurdîstanê ye.



BILBIL Û GUL

Dilgirê, wek bulbilê,

Herdem bi nalîn û girî,

Girtîyê benda evînê
Dil di benda sunbile.

Dilbijê bêçare çibkî,

Bil ji qêrîn û girî

Girtîyê benda dilrevînê,

Kî nizanî bê dile?

(HÊVÎ S.63)



Şîir û helbestên Cegerxwîn, yen Kurdperwertîye, yên dostiyê û hevkariya mileten bindest ji gelêkin. "Deste xwe paqijke ji xwine", "Rewsa Welat", "Bi ser çîyan ketim", "Ki hilgiri vi bare min", "Ez nizanim Çi bejim", "Welat perestî", ji wana çend tenenin. Di wan wîiran da Cegerxwîn ba li palan, rencberan' xebatkaran,xwendewanan, zana û hozanenkurdan dike, dibeje kurdno hişyarbin xwe nas bikin, hûn kîne, yekbin bi şêranî derkevin mêydanê şerê serxwebûne welat, Kurdîstan bindeste zulimkarên Iran, Iraq,Suriye û Tirkiye rizgar bikin.



Dijmin ku em derxin bi zor

Avên çeman em bibine jor

Zaz û Hekar û Bext û Lor

Pir xweş bikin vî warê min

Avabikin xan û sera

Em têde rûnin wek bira

Da xurt bikin zêr û pera

Vî bingehê diwarê min

(RONAK S . 296)



Cegerxwîn bere tene Kurdperwer bû, zedetir ji bo Kurd û Kurdîstane xebatkir, lê piştra rizgarîya Kurdîstan ser reça sosyalîzmê da dibîne. Îlmê Markis dixwîne Dîalektîk xwe ra dike reyber. Edî şîirên xwe bi ruhe materyalist û îlme dialektîk dinivîse. Dibe hevale gelên bindest internasyonalîstê mezin. Dengê gelê Kurdîstan dibe digihijîne gelên dinye. Cegerxwîn dibeje, ku gundi û xebatkarên Tirk, Ereb û faris ji mina gelê Kurd bindeste qata jorin, axa û kapitalistanin. Pêwîste hemû qatên jer bibin yek.

Ewi ditîna xwe şîîra xwe ya bi navê "Hewal Pol Robson" de uha tîne ziman:



Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insane

Gernas û rênas, dijminê Dalas

Di ser ava re, di ser çiya re

Rengê te ê reş tê ber çavê me

Dengê te ê xweş, xweş tê guhê me
(Sewra Azadi S.396)

Cegerxwîn ne tene hozan bû. Her usa ji zana û zenyar bû. Wî li ser zimanê Kurdî, Folklora Kurdi û Dîroka Kurdîstan ji nivisi.

Însan nek wek xwe dimîne, her bi ramnê xwe va, bi bîr ûbawerî ya xwe va diguherê. Kesên hûnermend, zana û rewşenbir hin zedê diguherin. Gava li ser Şaîr û niviskarên mezin lekolîn tên çêkirin; xuya dike berhemên wan ne yek kategorîyê da lê cure cure kategirîyan da dikarin werin analîz kirin.Cegerxwîn ji wek însan Cegerxwîn, wek Hozan Cegerxwîn û wek Polîtîkwan Cegerxwîn her tim xwe guherandîye û pêşva çuye.

Ew guherandina wî li ser şîirên wî tesîr kiriye. Cegerxwin berê Mela bû, yanî mirovêk oldar bû. Lê mixabin şîirên wî vê demê me nexwendîye, ji ber wê ji em nikarin li ser ew dema Cegerxwîn tişt bêjin. Piştra Cegerxwîn dibe Kurdperwer, dixwaze Wêx û Melan hîşyar ke. Vî demê da hêdî hêdî mîstîzîsma olî derdikeve dikeve li ser rêça materyalîzmê.Şîirên ku li vê demê nivisîye hinek bîhna Vulger-Materyalîzmê didin. Gor bawerîya min ji ber demêk Bi Komînîstên Surî va karkiriye di vê demê da pir bin tesîra Komînîstên Ereb mayî ye.Gava mirov baş li ser wîirênwî yên vê demê bisekine, tê dîtîn ku şîirên wî yen vê demê zêtedir diji Axa , şêx û Mela nin. Helbet divê rewşenbirêk sosyalîst li ser nakokîyen hindir ji bimîne, lê vê demê Cegerxwîn ji nakokîyên dervê (nakokîyên ji nav Netewa Kurd û Metîngeran) zêdetir li ser nakokîyen hindirîn (nakokîyên navbera gundi , palê û Axa şêx û melan) dimîne. Kesên oldar ku nû xwe diguherînin, meyla materyalîzmê dikin di pîranî wan da rengêk Vulger-materyalîzmê rû dide. Ji bo wan nakokîya herî mezin navbera modernism û olî da ye. Bi gotinêk dingor wan di civatê da problema herî mezin ol ê, dogmatîzma olî hembera guherandina civatê, pêşweçûna cibatê astengê. Mirov dikarê bêje ku şîirên ewilîn yên Cegerxwîn da ji ew piçêk ew hawa heye.

Dîsa dema ku Cegerxwîn hevalê komîstên Erebe di bin tesîra pro-Sovyetîzmê da ye. Li vê demê Pesnên sîstema Sovyetê û bi taybetî pesnên Stalîn dide. Gava em îro li ser gengeşî bikin ji alîye Cegerxwîn va pesndayîna Stalîn qebulkirin zore.Çimkî îro em dizanin ku Stalîn qasî hezaran mirovên sosyalîst û bi taybetî ji hevalên xwe kuştine, ruxandina Cumhurîyeta Mehabat de rola wî heye û henbera Mustafa Barzanî û hevalên wî ku di SSCB da penaber bûn tewra wî ne pozîtîfe. Lê biyarên dîrokî divê gor rewşa wan ya taybetî bêne gengeşî kirin. Gava Cegerxwîn li ser Stalîn şîir nivisîye,wê gava Stalîn hembera Hîtler şêr dikir û wek serokê cepha demokrasî dihat naskirin. Gava Stalîn dimire ji Nazim Hîkmet pirsdikin dibên “Li gor te Stalîn mirovêk çawa bû.“ Nazim Hîkmet dibê „ Bawe ku min li ser wî şîir nenivisîye“. Ez dibem xweza Cegerxwîn li ser Stalîn şîir nenivisaba.

Dema Cegerxwîn ya herî efektîf û dirêj di nav refên welatperwer da derbaz dibe. Cegerxwîn berhemên xwe yên pîranî û baş vê demê da afirandîye.

Hozanên Kurd yên hevdema me gelêk helbestên Cegerxwîn kirine kilam.

Hozanên mina Şivan Perwer, Şerîn. Feqiyê Teyra, Ali Baran, Said Gebarî, Şexo û yen din şîirên Cegerxwîn ra muzîk çekirîye û distren.

Heta niha 16 afirandinen Cegerxwîn hatîne çapkirin.



1. Divana mi Derde milete (Diwana yekan)

2. Cin û Gûlperi

3. Sewra Azadî (Diwana 2 a)

4. Reşoyê Dare

5. Gotînen Peşiyan

6. Ziman û Gramera Kurdi

7. Ferhenga Kurdi

8. Kime Ez (Diwana 3 a)

9. Mîdya û Salar

10. Beyten Ahmedê xanî

11. Zend‑Avista (Diwan 5 a)

12. Şefaq (Diwan 6 a)

13. Hevî (Diwan 7 a) I l

14. Gulîstan (Kovarek)

15. Tarîxa Kurdîstan (Cilt 1, 2)

16. Folklora Kurdi (Cilt 1)

17. Aşitî (Diwana 8 - Stokolm , 1986

18. Bîranînen min – Stockholm

Yên ku nehatine çapkirin:

1. Tarixa Kurdîstan (Cilk 2,3, 4)

2. Ziman û Gramera Kurdi

3. Ferhenga Kurdi (Cilt 2,3)

4. Folklora Kurdi (Cilt 3)

5. Ozan û Kilamen Kurdi

6. Diwana Cîzîrî

7. Beyten Ahmede xani

8. Tehre helbesten Waîrên Kurda

9. Zargotînen Kurd! (Cilt 2,)

10. Hesenê Musa (Cirok)

11. Pirtika Minorskî –“Kurd”- vergerandin

12. Cumburtyeta Mehabate - (vergerandin)

13. Diroka Hanadane SeUdate - (vergerandin)

14. Diroka KurdênYemen- (vergerandin)

15. Çîroka Şofore Taxsiya sor

16. Xec û Siyabend

17. Şoreşa Kurdîstana Iraq

18. Rapora mifetişê umumî





Hozan û Rewşenbire Kurd e nemir Cegerxwîn di 82 saliya xwe da di22 meha çirîya peşin 1984 an li Stokholme çûli ser heqiya xwe.

Malbata wî û hevalên wi li Stokholme qasi heftekî mîvan qebul kirin.

Cenaza seyda 11 e çirîya paşîn li gor wesyeta wi şandin Kurdîstana Başûr arojava û bexçê mala wi li Qamişli ye da veşartin. Li vir navbera Hesiçe û Qamişlo bi mirovan va, bi tomofîlan konvoyêk mezin çebû Qasi 100 - 200 hezar meriv top bibûn. Ji her çar parçên Kurdîstan welatparezên Kurd ji bo wacibe xwe ye paşîn hatibûn.

Ne tene gelê Kurd her usa ji peşwerîyên Ereb, Ermeni, Suryanî ji li vir basdar bûn.

Hemû bi dengek bang kirin : Cegerxwîn namire! biji Cegerxwîn!.

Biji Ceger Xwin
 

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

 

 

Hawar dikim,
Ranabî kes

Şêx û mela

Û pîr û qes

Bi xaç û xist

Û mizgevt û dêr

Em xistine

Tora neyêr.

Hawar, hewar

Hawar, hewar !

Van çûçikan

Dexlê me xwar.

Sed camî û

Dêr û kenist

Naqos û bang

Û tîr û xişt

Sed lek ji

Tîpên Lemterew

Bi kêr me nayên

Tev derew...
Ich rufe zur Hilfe

Keiner kommt

Die Scheichs und Mollas

Die Pirs und Pfarrer

Mit Kreuz und Spiess

Mit Mosche und Kirche

Sie legten uns

In die Falle der Feinde.

Hilfe, Hilfe!

Diese Vögel

Frassen unser Getreide.

Hundert Moscheen und

Kirchen und Synagogen

Die Glocken und Gebetsrufe

Die Pfeile und die Spiesse

Hundert(Schrift) Zeichen von

Den Buchstaben der Lemterew

Sie bringen uns nichts

Sie sind gänzlich Lügen...
---------------------------------------------------------------------------------------------

Kîme Ez?

Kurdê Kurdistan

Tev şoreş û volkan

Tev dinamêtim,

Agir û pêtim

-----------------------------------------------------------------------------------------------