MIHEMED SÊXO   -   danish-kurd.com

BÎRANÎNA MIHEMED SÊXO (Bave Feleké)


Helbet ev gotar ne dilopek ji deryakê ye, tenê min heskir ku pencerekê li jiyana wî vekim, dibe ko sura bayê wî li kesên ko ji muzîkê fam dikin bixe û karekî ji vî kesê hêja re bikin. Divê gotarê de ez ber bi muzîka wî ve nêzîk nebûme jiber ko ev bêhtir kar û xebata kesên bi taybetî ko bendewarin bi mûzîkê re, lê min bi kurtî jiyana wî bi awakî çîrokî û hesanî nivîsîye ji bo herkes jê fam bike û di serî û sawîrê wî de bimeye, bêtirîn alîkariya birayê wî (BEHA) ez sipas dikim, dawî ez bihêvîme ji hemû kesên ko ji MIHEMED ŞÊXO hes dikin vê gotarê ji 11 kesên ko bi kurdîya latînî nizanin bixwînin, û hesdikin MIHEMED ŞÊXO bixwînin.

Di sala 1948´an de li gundê girbawî hate dinê. MIHEMED SALIH kurê ŞÊXMÛS, diya wî FATMA ye, kalkê wî EHMEDÊ ``DOQO`` ye, berî ku biçe dibistanê, ji girbawî rê girt xecokê û li vî gundî dibistan xwend, di dersxana sisiyande quran xitimkir û gelekî jîrbû di xwendina olperestî û di ya din da jî, belengazekî melûlbû, kesekî tuştek jê bawernedikir û ji nanê hişk pir hesdikir û gelek dixwar, di van deman da û ew jî hîn zarobû diya wî xewnek dî bû û ji Şêx reşîd re gotibû: min di dît di qulikekêre şewqek tûj xwe bera nîvê hundurê me dabû. Şêx lê vegerand û got: wê kurek ji kurên we yan wê dunyayî be yan jî wê axretî be, wê gelek nav û deng pêkeve. Ku xwendevanê hevalên wî dersên xwe ezber nedikirin li alî wan dima bo ku pêş çavên wî lêdanê nexun, û nerînên wî ên qatî hatibûn der nemaze dema komonîst gihiştibûn gund û belavokên wan xwend, tanî carekê bi SELAH re bi şevê xistibûn zindana dibistanê lê li tuştekî mukur nehat.

Wekû mişextan bi serê malbata wan hatibû, di 1963 an de ew her demekê li gundekî bûn, li AMIR-GIRBAWÎ-NICIM. Lê ewya li ba apê xwe EHMED dima û dibistana jêrî bi dawî kiribû, rê girt bal apê xwe BERCES li bajarê Qamişlo û di gel wî salekê ma, ji ber ku di xwendina xwe de gelek jîr bû gundiyên wî dexse wî dibûn û jê di tengirîn ji ber ku kurên wan ne wisa bûn, gotinên bi derewî bi dû dixistin wekû meyê vedixwe û herroj serxoşe û diçe şahiyên fileha, ev tev ji bo dev ji dibistanê berde û bibe mînakî kurên wan lê ewya ma û xwend lê paşî salekê ji hatina wî ku di dersxana 8 an bû li dibistana ``Irûbê`` êş kete çavên wî û bav jî perîşan bû, da xwendevanên hevalên wî ji wî re çend qirûş dan hev û birêkirin Helebê ji wê rojê de guzlik danî, xwendevanan pîrozbehiya wî kirin û kêf xweş bibûn ku bavê wî jibo wî carekê hatibû dibistanê, mamostan jêra gotin bibêje kurê xwe bila gelekî bi mere guft û goyê neke, li pêş çavên xwendevanan, ji ber ku em şerm dikin, ma wek meye yan wekî wîye? Bavê wî bersiva wan da û got: “Na weleh weke wîye û ne weke weye”. Kurê wî çavê wî ji kesî nedişkestin û ser ê xwe ji kesî re neditewand, ji ber ko filehên “Partiya netewa Sûryê” gelek serêşandin ji xwendevan û Şagirtên kurdan re diafirandin MIHEMED xwendevan li dora xwe dicivandin û dest bi tenbûr û mûzîka kir û şahiyên ARAM jî amade dibû. Tenbûr ji galon û ji kodikan û ji darka çêdikir (li gund çêdikirin) apê wî HUSÊN carekê tenbûrekê bedew çêdike; ji FARÛQÊ ŞÊX HEMÎDÊ HUSEYNÎ ê “Berko” pêve tu kes nebû ko zanibe lê bide û FARÛQ jî ji heftiyê carekê dihat gund , apê wî jî tenbûr dikir sebetê û lê kilît dikir ji ber destên MIHEMED ê ko dilê wî li ser diperitî, paşî apê wî jêre got: Ezê çend stranên kurdî bêjim ko te lêxistin ezê bidim te û bila ji tere be, lê MIHEMED ne tenê ew lêxistin belê çendekê erebî jî lê dan. Mixabin temenê wê tembûra bedew kurt bû, ji ber ko carekê li hewşê lêdixist û ji nişkade bavê wî û mele û yekî din derbasî hewşê bûn, ji tirsa tenbûrê re bilez sipart qurçikekê û paçek bi ser werkir, ji hemû deveran mele pala xwe da tenbûrê û qirçînî jê anî û got: Ev çibû?. MIHEMED di nava xwe de tengirîbû û gotibû: Ne tuştek bû.

Di 1967 an de dibistanên Sûryê deryên xwe girtibûn ji ber şer, MIHEMED rê girt û çû gundê xecokê û kesên gundî bi hatina wî kêfxweş bûbûn, ji ber ko ew jî bûbû wekû kurên wan, dema ko dibistan dîsa vebûn, bavê wî pere nedanê li ser gotinên xelkê û nema çû xwendinê û ji leşkeriyê jî efû bûbû ji ber çavên xwe, mabû ko alîkariya bavê xwe bike û barê malê hilgire.
Têkiliyên wî yên polîtîkî bi partiya qomonîsta Sûryê re hebûn, lê pir dom nekirin ji ber ko li ser XALID BEGDAŞ stran negotin wekû wan dixwest û ji ber ko bîra Kurdan nedibirin. Jiyana wî di malê de gelekî dijwar bû, yek ji wan dijwariyan, çaxê ko di embara baran de radiza, gelek caran di tariyê de şevên zivistanê diborandin, gelek caran diçû gundan li tenbûrê digerya û şevbêrkên xwe wisa diborandin û li radyo jî guhdarî dikir.

Di 1969 an de gelek caran diçû bal HUSÊNÊ TEWFO û XELÎLÊ ÊZÎDÎ çimkî tenbûr hebû û li gundê NÊF cara yekemîn bû ko eşkere stran gotin, û li tenbûrê da ji bo beyana 11 Avdarê di 1970 î de. Bavê wî li ser zimanê MELA hergavê jêre digot: Ê ko li tenbûrê xîne îman di tiliyên wîde namîne. Hingî ko perîşanbûn koçemal parkirin “binya red” avdanî dikirin, ji gundekî diçûn gundekî. Hingî dilê wî bi ser tenbûra wî vebû pirê caran dihate şikandin-carekê hîn li wira tenbûra wî di pencerê de bû, mirîşkek kete pencerê, bû kiş kişa wî ji bo ko berde wê lê mirîşkê tenbûr da erdê û kir du perçe, rabû bi pey mirîşkê ket û nigê wê şikand. Di wê salê de derbas dibe “Turkiyê” bi qaçaxî. Tadayî qebûl nedikir, carekê pezê ereban ketibû nava pembûyê wan da, li yê ereb da, di nefsa salê de “HELÎMO BAVÊ LUQMAN” li wê deverê avdançîbû, li ser avê li yekî ereb xist û di coga avê de dirêjkir, ê ereb gazî hogirên xwe kir; tevî vê jî MIHEMED bi mêrxasî hemberî wan sekinî û demançe li wan derxist û wisa got: Ê ko nêzîk bibe bê şek ew kuştiye. Yekî ji wan ceger nekir û xwe nespart wî.

Di 1970 î de û piştî vegeryabûn gund, berê xwe dabû BEYRÛTÊ da ko hînî mûzîkê bibe, û bi xurtî dest bi muzîkê kir û li wêderê bibû endamek di koma “Serkewtin” de digel MEHMÛD EZÎZ û RIFET û SEÎD YÛSIF. Berpirsyarê komê di cîde wî qebûl dike. Di şahiyek wî da serokê Libnanê “SULÊMAN FERENCIYÊ” amade dibe û gelekî razîbûna xwe da xuyanîkirin. Di radyaoya Libnanê de stranên wî yên kurdî belavbûbûn û di wê çaxê de navê wî bûbû MIHEMED ŞÊXO û SEMÎRA TEWFÎQ ji wî xwest ko di koma wê muzîkî de karbike, û bûbû endamek di yekîtiya hunermendên Libnanê de, stranê ko bi wan bûbû bi nav û deng bi hevkariya MEHMÛD EZÎZ-MEHMÛD ECLÎ , ( gewrê-zeynebê-gulîzar-hebs û zindan- rabe ji xewê- eman dilo- di baxan di- ber dilê min pir şêrîne.). Derbasbûna wî Libnanê bi qaçaxî bû.

Di 1972 ji Libnanê derket ji ber ko kirina kuştina wî bû, nerîna wî di Libnanê de ev bû “nêzîk ne dûr wê kesek nema karibe di Libnanê de bijî”. Ev gotina wî di 1972 an de bû, piştre di koma muzîkî ya RIMÊLAN de bû berpirsiyarê wê komê û ji bo bîrhatina “TEVGERA TESHÎHΔ xwe da alî û nema çû karê xwe û RIMÊLAN berdane wî, dawî divê salê de çû IRAQÊ û di radyoya kurdî de stra (gewrê-bexçê gula- ber dilê min pir şêrîne- di baxan di- eman dilo.). Piştî ji IRAQÊ vegerya û hatibû SÛRYÊ dest bi stranên netewî kir û di şevbêrkan de jî gotin, piştî guhdana wî ji kêşa miletê Kurd re “HIKÛMET” lê gerya. Bêtirîn SALOXGÊRÊN KONEVANÎ ên ko nifûsa wî her gavê li bal wan bû, debara wan ji ber nebû ew sirgomge kirin LIBNANÊ, şevekê ma û ji wirde kemanek jî bi xwere anî, li QAMIŞLO dîsa li himber SLOXGÊRAN hat.

Di 1973 an de careke din li IRAQÊ di radyaoya kurdî de stra ( deh û yek adar- cejna azadî- azad tû şêrîn- ez bûm pîrê xem civîn- min bihîstî tû nexweşe-dilgirtiyên awrên çavên wî). Li wir vê carê TEHSÎN TAHA, GULBIHAR-ŞEMAL SAIB, BIŞAR ZAXOYÎ, MIHEMED CEZRAWÎ û ÎSA BERWARÎ naskirin. Strana TEHSÎN TAHA a bi navê “aso û destaro” stra, TEHSÎN ew ramîsand û jêre gotibû: Te ji min xweştir kir. Di vê salê de ( yadê rebenê- ez keçika kurdî me-kê dinya hejand) deranîn û çû BAŞÛRÎ KURDISTANÊ , sê mehan mabû û BERZANÎ yê nemir bi wî re rûnişt û 500 dînar û ala rengîn diyarî wî kiribû.

Di 1974 an de cardî vergeryabû QAMIŞLOKÊ, lê saloxgêran dev ji wî negeryan û herroj ew digirtin û lêdixistin, tanî carekê derengî şevê bû hatibû gundê Xecokê, diya wî jê pirsî: “Tu li kû bû ta naka” wî gotibû: Ez di nav dara de bûm. Ji lêdan û lêxistinê pir nedikarîbû xwe bide ser nigên xwe, bi dîwaran ve dimeşiya û gorê xwe nedanîn ji ber ko bi nigên wî ve mabûn. Carekê saloxgêrin nû hatibûn Qamişlo, lê zîvirîn û jê pirsîn: Tu ye MIHEMED ŞÊXO…? Wî got: Na ez MIHEMED SALIH EHMED im wekû di nifûsa wî de bû, dev jêgeryan û ewî jî xwe da alî.

Ji ber ko debara wî ji ber destên saloxgêran nema bû, di 1975 an de bi carekê re çû Îraqê û pêşewaziyek germ pê bûbû, salekê ma, piştî şikestina 1975 an bi pêşmergan re rê girt Îranê bi navekî Îraqî. Li Îranê ev stran derxistin (ji mihabad- di zindan ê- xem û xeyalê- ey felek- bêzarim). Lê li wira îca safakan dev ji wî bernedan û gelekê caran rê kirin dû, doza wan jê ko navê Kurdistan buguhere bi Gulîstan, MIHEMED ji wan re gotibû : Ez ji bo vê gotinê li virim. Hember ko ewê jî turumbêlekê û xanîkî û mûçiyekî hêja bidne wî. Carekedî ew xwestin bi sedema ko MIHEMED di strana “ey felek” de gotiye: “Em bê dost û bê kesin”, ma vaye em we xwedî nakin, çawa tu yê wisa bêjî? MIHEMED ji wan re gotibû: Heger dost û kesên me hebana weyê çima em xwedî bikirna, û ji ya xwe nehat xwar û dersên erebî dabûn ji ber ko gotibû zarê erebî bi min re ye û mûzîka jî bi hunerî re dabû, di navbêna sê bajaran de diçû û dihat dawî li GUNBED rawesta.

Piştî ko hêvya wî bi vegerê nema bû zewicî di 1977 an de, ya ko anî jî Şagirta wî bû, navê wê NESRÎN HUSÊN MELEK , bavê wê ji siwarên QADÎ MIHEMED bû, dema ko xwestibû ji 25 kaxeza pêve pêre tune bû û odek bi hesîrekê.

Çar zarok li wira jêre bûn “Bêkes” mir- Felek, Birahîm, Birûsk. Di 1979 an de “ ji mihabad, ji kanîya xwîna şehîdan” derxist û di 81 de “gava ez mirim” derxistibû û di radyaoya kurdî de jî gelek caran stra. Carekê mirovekî “s.s” raporek pê nivîsîbû ko hevpişkî bi turkumanya re kiriye di xwpêşandan de û wênê wî li ser wêneyekî di xwepêşandanê de siwar kiribû ji bo jê bawer bikin û ji bo wisa fermana bidarvekirinê dane wî, lê yê dadvan dostê wî bû û ew baş nasdikir ko ne ji wan kesa ye, biryar têkda û ew bexşîn kir. Gelek caran kirina kuştina wî bû tanî carekê hema ko derbasbû cîgehê “Partya yezdan” li wî û cîgeh wekû baranê gule barandin, bûbû tîq-tîqa wî piştî şer, yekî jêre gotibû: “Xwe tazî bike ileh tu brîndar bû ye”.

Di 29.12.1982 an de li balafirgeha Şamê peya bû û ji saloxgêran re gotibû: “Ez hîn yê berê me, yan jî ezê vegerim” piştî sê rojan gihaşt bajarê QAMIŞLO.

Di 09.03.1989 an de çû se dilovanya Xwedê û bi dehê hezaran mirov bi dû darbesta wî de meşiyan.




Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî
Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî
Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî
Lê heke yê neqeba herdu dilê şêrîn xera bike
Lê eger qîz bê tu car nezewicî
Erê eger jin bê tu car newelidî
Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe şa nebî