Danish-Kurd   Banner

 

Herzlich Willkommen  auf der Offiziellen Homepage von Danish-Kurd.Com

Helbest  /  Hêlbeste Kurdî / Kurdish Gedichte

Helbste Kurdi kurdische gedichte

Ey felek

Agîr ketye dîlê mîn

Sermine dîl

Beyta Lali‏

Tîna Rojê

Xatir Xastin

Esmerê

Ev çi ax û nalîn e

Hawar delal

Barana e‏qê

اî rêk neman

Mîzgin

Min divêtin

Helebche

Ez o to

Kanya evînê

Dayikê

Sîl nebe

Amêdi ya mîn

Doza Me Namirî

Wey Dinyayê

Adar û Newroz

Heval heval

Xeribim

Oy felek

Ez Kûrdîm

Dayk

Nabin rêgîr

Welat

Bîra Huseyîn

Ditirsim dayê

Xeribêm

Gula min

Evin

Torîna min

Cejêne û jête dûrêm

Bêrîvanê

اav Lite Digerin

Dengdan

Hevalê min

Bo çi çuyî

Xatina mîn

Were were

Felek

Xewneka rast

Gaziya اiya

Dastaneka E$qê

Dê xo kujim

Ez zarok bim

Bes tu cani

Birhatên

Gûla evinê

Nebêje mîn bêxatra te

Mîn çîkrbi

Keça Kûrda

Gûla zozana

     
   

 

Kûro lawo min berde,
Evînî bi kûl û derde,
Tû dilê min kûl neke,
Tû bela xwû ji min veke.

Kevûkê min nehêle,
Tû dilê min nekêle,
Tû dilê min kûl neke,
Tû xwû ji min dûr neke.

Kûro lawo dê bese,
Dilê te bû min hefse,
Eve derdû jîyanê,
Ma tû evê nizanê?

Kevûka min ez qûrban,
Ez bê î te bê xwûdan,
Evrû ez ketim xeman,
Yan evîn yan neman!


____________________
Ez soz dim te,
welatê min
Biparêzim,
sinorên te
Talan bikim,
dûjminên te
Bilind bikim,
ala te!

 

 

So ihr lieben.
Hier nocheins für euch

Kûrdistan dilê kûrda ne,
Êvîna dilê merdane,
Dermanê kûl û derdane,
Armanca hemûya ne.

Bawer bikin gelî kûrdan,
Azad bikin ala Kûrdistan,
Me dest ji birakûjîyê berdan,
Me azad kir axa kûrdan,

Her çar parçan dest dane yek,
Bi yek deng û bi yek reng,
Her çar dûjmin mane bê deng,
Û gûrî ala heme reng.

Ax lê dayê tû di bînê,
Azadîya dilbrînê,
Kûrdistan paqişkir ji xwînê,
Hey riha min ne lûrînê.




Silav u rez

Xain

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ne êzdî me, ne misilman,
Ne yahûdî û ne kristîyan,
Xortê kûrdim bi dil û can,
Bilind dikim ala kûrdan !

Bav û kalê me ji şêr bûn,
Li çîhanê bi nav û deng bûn,
Navê wan Barzanî û Şex Said bûn,
Dilê dûjmin da bi tirs û seh bûn!

Xwûîna kûrda pir bûhaye,
Her çipek bi hezar mêraye,
Dûjmina pir vexûarîye,
Bele di difnê wan da hatîye!

Rabin kûrdinû, rabin ser xwû,
Berê xwû bidin pêşîya xwû,
Bidin mila tifengên xwû,
Azad bikim axa xwû!

Ez soz dim te, welatê min,
Biparêzim sinûrên te,
Talan bikim dûjminên te,
Bilind bikim ala te!

 

 

Min tû dîtî yara şirîn
Dilê min ket behra evîn
Navê te yê li ser lêvên min
Tû dê kengî êye def min

Bilbil navê te di xwînin
Çend hozana di vehînin
Stêrka ji ezmana di înin
Û çend rundika di barînin

Xatîna min tû çend canî
Wek stêrka li ezmanî
Em ketine li vî halî
Li yek dû bî ne bîyanî

Ser bilûre di lûrî nim
Navê yara xwû di xwînim
Keçên wek wê şirîn nînin
Heta mirinê li hêvya wê di mînim

 

 

 

 

 

 

 

 

Dê zû were ûmêda dila,
Min azad ke ji derd û kûla,
Bêje min bi dengê bilbila,
Ez heşte dikim ji herdû dila!

Bi de min soz û peymana,
Birevîne keser û jana,
Dilî xweşke bi çend hozana,
Çavan geşke wek stêrên li ezmana !

Di hizra da ne vemîne,
Dilê nazik bixemline,
Bîr û bawera bizivrîne,
Felek li me na xaîne!

Çerxê nede nav dû dila,
Tijî neke ji xem û kûla,
Dikim dîyarî hezar gûla,
Heşte dikim ji nîva dila !

 

 

 

 

 

Hallo ihr lieben!
Hier noch ein Gedicht für euch.
Hoffe es gefällt euch.

Lêvên min ketin ser lêvên te
Ji kesera ez azad bûm
Dilê min li ser t heye
Li dûnyaê ez hunda bûm

Wek xwîsara serê sibê
Li ser belgên gûla sor
Lêvên min bû ne reving
Li ser lêvên te yên sor

Li min bibûre hey xwûda o
Ez dê evro bikim gûneh
Dê ramîsim wan lêvên sor
Ji wan lêva kesê tûn e

Bûme sozdarê lêvên te
Ez na berdim ewan tûcar
Rêzê digrim bo vîna te
Nîne wek wan li erd û ezman

Zengînîya min ne pare ye
Ne zêr û ne zîv e
Zengînîya min dilê te ye
Ev dile li min bo nasîbe

 

 

 

 

 

 

 

Korû lawo dê zû were
Çavên min li te digere
Dil bi kûvan û kesere
Pir xemgîn û xwelîsere

Wek taîrekê ez di firim
Bi herdû çavan li te digerim
Li dûr dûnyaê di zivirim
Hêdî hêdî ez di mirim

Jan ketîye dil û mêlak
Ev zorîye bû dilê pak
Xwîn di mêjê wek ejdehak
Jivan dixwazê ji min îlak

 

 

 

 

 

 

 

 

hallo leute ich schreibe auch gerne kurdische gedichte ich hoffe die gefallen euch
xayin deine gedichte sind sehr sehr schön


eze ce bikim je vi dili
ye ban evina tê diki
her sev hewar dikim
le tu be hewara min naye

hewar hewar hewar daye
kes be hale min ve naye
ez cebekim le ve dunyaye
beyi evina yare
beyi evina yare
hesren min wek barane dibarin
her sev u roj duri te dinalim
ez berya au caven res
au poren direj
au bejna zirav dikim

em ji hev veqetin
u duri hev ketin
ka je minre beje
ez cebekem le ve dunyaye

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev cend sal em hev nas dikin
her newroz u eyd hevdu piroz dikin
ez naxwazem bawer bikim
eme nema hevdu bebinen

sal derbas dibin
u gelek kesan nas dikim
le kes wek te le ve dunyaye nabinim

bawer bike jiyan bê te nabe
bawer bike zeman bê te nace
bawer bike ez je te hez dikim
bawer bike ez tim u dayim berya te dikim

me êmre xwe be hevre derbas kirye
cema tu cu kecek dn kirye
min gelikek te bedita
mine bepirsiya
ce hale teye?
mine be pirsya
tu berya min diki?

ez nizanem ez ce bekim
ez dexwazem je ve dunyaye berevim
becem ciheg dur
ciheg bê sinur
eke au cihe ez u tu bere le

 

 

 

 

 

 

Welatê min dike hawar,
Birîn kûrin dilek hejar,
Her çar cîran lê bûn neyar
Ew dûjminên mirovxwar!

Dîroka me çar hezar sal,
Kûştina me kirin helal,
Ji me distandin erd û mal,
Li me dixistin bi dar û gûpal!

Li me baradin jehra şirîn,
Tarî kirin ezmanê şîn,
Pênc hezarin wên digirîn,
Dikin hawar em dê mirîn!

Me gûnehe em azad bîn?
Ma dê herdem belengaz bîn?
Nê em ji aştîxwazîn!
Nê em ji xûdan dozîn!

 

 

 

 

 

 

 

Tu gûlî, gûla rojê,
Tû dilî, dilê rojê,
Herdemî tû dilxweşê,
Tû canî, mendehûşê.

Ez evîndarê te me,
Keser û janê te me,
Ez xewrevînê te me,
Derdê xeyalên te me,

Hêza dil min bilind kir,
Min dergeh lê bû vekir,
Tijî germ û ronî kir,
Eşq û evîn pêda kir.

Bi peyva na ê gotin
Dîroka evîna me
Agirî dû dil sotin
Parçe kir kezeba me.

Me dest j hevdû berda
Em bon e dost û heval
Felekê çerxek lê da
Em kirin e pîr û kal.

Ez tûcar te ji bîr nakim
Ne li erd û ne li ezman
Riha xwû gûrî te dikim
Hey dilbera dilcwan.

 

 

 

 

 

 

ay ay babiko
ay ay dilbikulo
ay ay rezîlo

Êvarekî serê min giranbî, ranabê
ji kulan û xemanû xetran û sercan û derdan
Babikê mino
Bihara gîya hishîndibê serê qurtikê gundê me
li bêlan û çîmena, hemî seklana li ser kanîka heware
heman û erdan
Babikê mino
Derdê evînîkê ne besbû
Pishtî wêre sala wek vê salê xîzanîyê, eskerîyê
dengdarî, xurbetê xwe li serda

ay ay babiko
ay ay dilbikulo
ay ay rezîlo

Êvare kulê dilê min pirbûna
li serê vê evarê li darê dinyayê rebeno dîno belavbûne
Xwezîka ji xêra xwedê re derîoyê mîrê mirad dara
çavê resh û belek li kûdê melûl bûna

Oy oy Babiko
Oy oy dilbikulo
Oy oy rezîlo

AGIRPAREZ