Danish-Kurd   Banner

 

Herzlich Willkommen  auf der Offiziellen Homepage von Danish-Kurd.Com

 

DTP e Serok Barzanî û Talabanî Azimand Newroza Amedê

12 Adar 2009 Pênşem Saat 20:59

DTP e dê ji bo Newroza Amedê Serok Barzanî û Talabanî Biazimînê

AMED- Rêxistina DTP’a Amedê, ji bo pîrozbahiya 21’ê Adarê Cejna Newrozê dest bi amadekariyan kir. Ji bo pîrozbahiya ku ji 500 hezarî zêdetir kes beşdar dibin de, Celal Talabanî û Mesûd Barzanî jî têne vexwendin. 

Rêxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a Amedê, ji bo pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Amedê dest bi xebatên amadekariyê kir. Ji bo Newroza ku dê îsal li qada Newrozê ya Şaredariya Baglarê bê pîrozkirin, bi hezaran kes hatin peywirdarkirin. Peywirdarên amadekariya Newrozê her roj mal bi mal digerin û gel vedixwînin Newrozê. 
ak news
Talabanî û Barzanî vedixwînin Newrozê

Li gorî agahiyên ku ji rêveberên DTP’ê hate standin, digel hunermend, rewşenbîr û şexsiyetên navdar, dê Serokdewletê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî vexwînin Newroza Amedê. 

Li gorî agahiyan, ji bo ku qada Newrozê ji pîrozbahiyê re bê amadekirin xebat didomin